Endamên Platforma Ciwanên Zurîhê ji bo balbikşandina li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li saziyên navnetewî çalakiya bêîteatiya sivîl pêk anîn.
ZURÎH – Bi armanca balkişandina li ser grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan endamên Platforma Ciwanên Zurîhê li saziyên navnetewî çalakiya bêîteatiya sivîl pêk anîn.
Çalakgerên ciwan cûn heta avahiyên Rêxistina Efû ya Navnetewî, Rêxistina şopandina Mafê Mirovan û saziyên Xaça Sor û weneyên çalakiyên grevên birçîbûnê bi camê wan zeliqandin. Piştre ciwan bi berpirsyarên saziyan axivîn û bêdengiya wan şermezar kirin û erkên wan ji wan re bibirxist û daxwaz kirin ku bi erka xwe rabin. Ciwanan dosyayê taybet ku amade kiribûn radestî hemû saziyan kir.