Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo balkişandina ser grevên birçîbûnê Ciwanên Êlihê çalakî lidarxist.
ÊLIH – Ciwanên Êlihê li dijî tecrîdê çalakî lidarxist. Ciwanan tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan protesto kir û balkişand ser berxwedanên grevên birçîbûnê.
Ciwanên ku li kolana Baglar meşa xwe lidarxist, sloganên “Bijî Berxwedana Zindana”, “Bi Berxwedanê em bi serkevin” û”Leyla Guven rumet me ye” avêtin.