Îro saet 07.20’an polîsan cara 3’yan bi ser avahiya Bajêr a HDP’ê ya Amedê de girt û Abdulhalik Kurt, Yusuf Ateş û Salih Cansever dîsa hatin destgîrkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Dema greva birçûnê ya li avahiya Bajêr a HDP’ê ya Amedê, ku bi mebesta tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan rabe ji hêla parlamenter Dersim Dag, Tayib Temel û Murat Sarisaç û endamên partiyê Sevîcan Yaşar, Salih Cansever, Ismet Yildiz, Salîh Tekîn, Bîlal Ozgezer, Abdulhalik Kurt û Yusuf Ateş hatibû destpêkirin, 7 kesên ku hatibûn destgîrkirin, 4 ji wan hatibûn girtin
Abdulhalik Kurt, Yusuf Ateş û Salih Cansever ku piştî serdegirtina 8’ê Adarê hatibûn berdan dîsa greva xwe ya birçîbûnê domandibûn.
Îro saet 07.20’an polîsan cara 3’yan bi ser avahiya Bajêr a HDP’ê ya Amedê de girt û Abdulhalik Kurt, Yusuf Ateş û Salih Cansever dîsa hatin destgîrkirin.