Navenda Ragihandina QSD’ê ragihand ku îro zêdetirî hezar û 300 çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan li Baxozê xwe radestî QSD’ê kirine.
NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandina QSD’ê vê êvarê ragihand ku zêdetirî 1.300 çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan li Baxozê xwe radestî QSD’ê kirine.
Daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Çalakiyên hêzên me yên li dijî rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst û ji bo tunekirina wê di bargeha dawîn de li bajarokê Baxozê didomin. Îro derdora hezar û 300 çete û malbatên wan xwe radestî şervanên me kirin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku şer li Baxozê li gel pêşdeçûnên QSD’ê û xweradestîkirina komî ya çeteyên DAIŞ’ê didome.