Kobanê 2014’an de ji aliyê çeteyên Daiş’ê ve hat êrîş kirin. Ji xwe xaka Rojava di bin ambargoya dewletan de bû. Dema ku ev êrîş hat di aliyê derfetan de gelek zehmetî hate kişandin. Lê gelê Kobanê dev ji axa xwe berneda û din av vê pêvajoyê de bi berxwedanî jiyana xwe didomîne.
KOBANÊ – Ev 2011’an ve li Rojavayê Kurdistanê û li Bakurê Sûriye şoreşek bi paradigmaya netewa demokratîk tê jiyîn. Di vê pêvajoyê de dewleta Tirk û çeteyên wî gelek caran êrîşê Rojava kir. Ji Kobanê bigrin heya Efrînê gelek caran êrîş hate kirin û dagir hate kirin. Her wiha berxwedanên mezin hate nişandan û hêj jî didome.
Di bin ambargoyê de jiyan bi berxwedanê didome
Helbet ev berxwedan ne tenê di milê parastina axê de nîne. Di van axan de jiyan bi xwe dibe berxwedan. Ji van qadan yek jî Kobanê ye. Kobanê 2014’an de ji aliyê çeteyên Daiş’ê ve hat êrîş kirin. Ji xwe xaka Rojava di bin ambargoya dewletan de bû. Dema ku ev êrîş hat di aliyê derfetan de gelek zehmetî hate kişandin. Di aliyê aborî de jî gelek ziyan hate dayîn, lê gelê Kobanê dev ji axa xwe berneda û di nav vê pêvajoyê de bi berxwedanî jiyana xwe didomîne.
Ruxmê êrîş û gefên dewleta Tirk jî Gelê Kobanê bi moral e
Dewleta Tirk a dagirker û serçete Erdogan hêj jî gelek caran gef li Kobanê dixwe û têkçûna çeteyan nikare qebul bike . Dixwaze ku bi gefan her tim gel din av tirsê de bihêle. Tê xwestin gel bajarê xwe terk bike û her tim muhtacê dewletan bibe. Lê gelê Kobanê jiyana xwe û berxwedanê xwe di nav hev de didomînin. Ji aliyekî ve li dijî êrîşan û polîtikayên dewleta Tirk xwe rêxistin dikin, parastina xwe ava dikin, ji aliyekî ve jî jiyana xwe dihonînin. Êşên ku hatine kişandin nehatiye jibîrkirin lê ji berxwedanê xwe moralê digirin. Bi vê moral û coşê karên xwe yên jiyanî didomînin.
Hejmarên vegera Kobanê gelek zêde bûne
Piştê ku Kobanê ji destê Daiş’ê hate rizgarkirin gelê Kobanê peyderpey vegeriyan li ser axa xwe. Mirov vê ya li sukan de, di nav kolanan de bi çavê vekirî dibîne. Hejmara ku vegeriyane li ser axa Kobanê gelek bûye. Kêm mirovên Kobanê mane ku venegeriyan e. Her wiha axa Kobanê ji pênaberên ku ji bajarên din jî hatine xwedîmalî dike. Gelê Ereb û Kurd bihev re jiyanekî hevpar dijîn. Karên rojane bi hev re dikin û piştgiriya hev û du dikin.
Li hember hemû gefan jî em ê axa xwe neterkînin
Gelê Kobanê ku axa xwe berneda û bi berxwedana keç û xortên xwe bajarê xwe rizgar kirin niha li dijî gefên Serokçete Erdogan dibêjin ‘Çi dibe bila bibe emê di axa xwe de bimînin’. Gelê ku di demekî mecbur ma û ji bajarê xwe derket çû pênaberiyêi ji ber ku êşa pênabertî dîtine, dibêjin em ê êdî tu carî van axan bernadin. Ruxmê ambargoyan jî, kêmderfet û gefên dewleta Tirk jî em ê bi moral jiyana xwe bidomînin.
NC-Hamza Munzur/Mazlum Kobanê