Polîs eskeran di saetên serê sibê de li navçeya Tozan û Başanê yên Îdirê bi ser malên endam û rêveberên DBP û HDP’ê de girtin. Polîs û eskeran Hevseroka DBP’ê ya Îdirê Şemam Kalkan jî di navde gelek kes binçav kirin.
ÎDIR – Li navçeya Tozan û Başanê yên Îdirê polîsan bi ser malên endam û rêveberên DBP û HDP’ê de girtin. Polîsan Hevseroka DBP’ê ya Îdirê Şemam Kalkan jî di navde gelek kes binçav kirin.
Polîs eskeran di saetên serê sibê de li navçeya Tozan û Başanê yên Îdirê bi ser malên endam û rêveberên DBP û HDP’ê de girtin. Polîs û eskeran Hevseroka DBP’ê ya Îdirê Şemam Kalkan jî di navde gelek kes binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin birin Fermandariya Cendirmeyan a Îdirê. Sedema binçavkirina endam û rêveberan nehat zanîn. Kesên hatin binçavkirin wiha ne: “Hevseroka DBP’ê ya Îdirê Şemam Kalkan, Rêveberê HDP’ê Kemal Kum, Nuri Îrkin, Ahmet Karaca, Abdullah Tosun, Neşe Gul Can, Alîcan Celayir, Endamê Meclîsa Giştî ya Bajarê Îdirê yê HDP’ê Mehmet Sıddık Kirang û Halis Guney.
Hat diyar kirin ku dema bi ser malan de girt gelek kes ne li mal bûn.