“Belê Adar ne tenê bi êş û azarên xwe, bi pîrozî û bîranînan, bi razên cih guhertina hewa germ û sar wek encama wê pêhatina hin karesetan dagirtiye. Ji ber vê taybetiya xwe, di nava gel de rengekî wêjeyî û mîstîk jî wergirtiye. Divê em vî aliyê baweriya gel jî vekin, daku rastiyên gelê me yên xwe guhezandine çandê, wenda nebin.
Em berê hinek rastiya navên mehên Kurdî vekin: Peyva “Adarê” ji zimanê Akadî tê. Di nava Kurdan de pergala mehan ji yên Julyanî û Gregoryanî cuda ye. Di Kurdî de du Çileyên zivistanê hene. Yek Çileyê yekem e, li piştî meha Kanûnê (meha 12.) tê, yek jî Çileyê diduyan e. Di nava gel de ji Çileya dudyan re “Gijûk” yan jî “Gicûk (Gijok, Gijik)” jî dibêjin. Meha Gijûk (çileyê 2.) roja 20 Adara salnameya Gregoryanî diqede, roja 21´an jî meha Newrozê dest pê dike, ew hetanî bîstê Nîsanê roja Çarşemya Sor dikudîne.
Di pêvajoya guhertina Sibat- Adar yan jî Gijuk – Newrozê de gelek diyardeyên taybet pêhatine. Di nava van diyardeyan de çîroka herî berfireh tê vegotin; çîroka Gîskên Pîrê ye ku her kes bi wê dizane, pêdivî bi çendbarekirinê tune.
Di nav her gelî de salnameyên fermî salnameyên li gor têgîhiştina gel, yan jî hişmendiya jiyana gundiyan hene. Mînak, Elman ji vanan re “Bauernweisheiten“ (baqiliyên gundiyan) dibêjin. Ev ne wek zanyariyekê hatibe pejirandin jî, di nava wêjeya wan de cihekî gelek taybet girtiye. Mirov gelek caran di nava berhemên wêjeyî de rasta wan tê.
Ev têgîhiştin û enaneyên gundiyan li ser azmûnên bi salan rûdinin. Ev salname di pêvajoya salan de li gor baweriyan teşe digire. Gelek caran li ser bingehên hin vegotin yan jî çîrokan rûdine. Gundî payîzan li gor vê tevdîra xwe dikin. Ji ber ku li Serhedê zivistan hetanî serê meha Nîsanê dikudîne, hemû hesab li gor wê tê çêkirin. Bêguman ev li ser xeta salnameya Kurdan û Julyanî ye, ne ya Gregoryanî. Mînak; ji bo alif dibêjin. “Ne bes e bar û çend barek, divê ji bo gîskok û gamêşqiranê be tedarek, Di Adarê de li kadînê mabe nîvek, dibe li me rabe der biharê xezebek!”
Çarşemiya Reş
Berê her tiştî ji bo ku xwînêr hin navan nekin nava hev, em van rojên girîng li Serhedê wiha rêz bikin: Berê “Çarşemiya Reş” tê, li pey wê “Hevdehê Adarê”, pişta wê “Newroz” e, “Gamêşqiran” di serê meha Nîsanê de ye. “Çarşemiya Sor” jî dawiya vê pêvajoya nûvejînê ye, ango di navbera 17-20 ê Nîsanê de ye.
Em werin mijara Çarşemiya Reş; çarşemiya hefteya diduyan ya Adara salnameya Gregoryanî Çarşemiya reş e – Ev roj li gor salnameya Julyanî hefteya dawiyê ya Sibatê ye -. Dîtinên li ser bingehê vê rojê wiha ne; hin dibêjin; “bi sedan salan berê zivistanekê li gundiyan hatiye xezebê. Li gor hinan nexweşiyek peyda bûye, pez û dewar qirr bûne. Hin jî dibêjin bingehê wê ne zelal e, ev bi awayê kevneşopiyeke kevn hetanê vê roja me hatiye. Wek encam, gundiyên welatê me li ser bingehên baweriyên berê ev roja bi awayê rojeke felaketê nasiye. Ev ji nivşan derbasê nivşên din bûye.
Gundiyên çala Gimgimê; li gor enaneyan guliyê dara kenêrê û bi sê rengan bend (kesk, sor û zer) dibin ba rêberê baweriya heremê (mele, pîr, seyîd, keşe) wek Basimbar dihûnin, rêberê baweriyê li ser guliyên dara kenêrê jî dixwîne, wê guliyê dara kenêrê wek birêş didin pez, basimbarê jî di gomê de bi stûnekê ve girêdidin ku devê pez kul nebe, pez nexweş nekeve û bi rihetî derkeve biharê.
Li Devera Qortîyê (Çat), Tekman û Şûşarê (Erzurim) beşeke dergehên goman heta li hin cihan yên malan jî bi qetranê tê reşkirin. Gundî diçin rîçalê gihayê gunî derdixin, ji lîfên wê kindirekê dihûnin, di goma pez de bi stûnekê ve girêdidin, yan jî dikin quleke dîwar. Doxa kevçîyeke darîn dişkênin, rûn dikin kevçî û di dereke rojingê (kulek, bixêrî) de bi cih dikin. Bi vî awayî bawer dikin ku ji karesetê tên parastin.
Ev roja Çarşemiya Reş bi formeke cuda di nava Kurdên Êzîdî yên Sovyeta berê de jî di bin navê „”Kiloçê serê salê” de tê pîrozkirin. Li gor agahiyên li berdestê min, li tevahiya Serhedê ev roj bi rengên cuda tê bibîranîn.
17 Adarê
Li Serhedê roja 17´ê Adarê jî ku di nava gel de “Hevdeh Mart” jê re tê gotin, wek rojeke taybet tê pîrozkirin. Vê rojê, kevir yan jî xîçên li dor çem tînin wek xelekê li dor kuleka gom yan jî tewla dewaran rêz dikin, piştî şevek, du şevan lê dinêrin, heger kêzxatûn ketibe binî, êdî bawer dikin ku bihar tê, ew tirsa zivistanî pêsîra wan berdide. Ji wê jî li hin cihan, Zilfet û xwarinên cûda çêdikin û bang li cîranan dikin, bi hev re dixwin. Li hin deveran ço digirin, li dîwarinan dixin û Gîjûkê /Sibatê ji derê xwe derdixin. Li devera Qortiyê, postekî wek daholê bi darekê ve dikin, bi çoyan lêdixin û dibêjin: “Kiş kiş Gijuk /Gicûk here, oxir nebe ji te re, ti car venegere! Rê bide bila Nûrojê (Newroz) were!” Dîsa di vê rojê de şitleke dara şîlanê tînin, bi bendeke wek kevanê digînin hev, mirovan tê re derbaz dikin ku ji nexweşî û kulên zivistanê rizgar bin.
Welatê me bi hemû reng û baweriyên xwe ve xweş e. “Kiş kiş Gijokê, lêxe biçe Sarokê, bila Nûroj were, em bibînin wê rokê!”
ÇAVKANÎ: Yeni Özgür Politika – Fêrgîn Melîk AYKOÇ