Meclisa Ciwanên HDP’ê ya Stenbolê pîrozbahiya Newrozê lidarxist. Li navçeyekê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abudllah Ocalan pankart hate daliqandin.
STENBOLÊ – Li Stenbolê Ciwanên Kurdistanî dest bi pîrozbahiyên Newrozê kirin. Doh Meclisa Ciwanên HDP’ê ya Stenbolê li Gaziosmanpaşa li kolana Karadenizê agir yekem ê Newroz pêxist. Di pîrozbahiya Newrozê de gelek ciwan û gel amadebûn.
Ciwanan agir pêxist, stran û kilaman gotin û xwe ser agir de avêtin. Pîrozbahî disa bi gerandina govendê bi dawî bû.
Her wiha ciwanan li navçeya Kagithane ji bo balbişkine ser tecrîda girankirî çalakiya daliqandina pankartê pêk anîn. Pankart bi nivîsa “Li dijî Tecrîdê em li di nava berxwedanê de ne, li dijî Şer em li qadanin” hate daliqandin.