Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, 12 gerîlayên Mijdara 2017’an li Amedê di operasyona artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûn bi bîr anî.
AMED – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand, 16’ê Mijdara 2017’an li navçeya Pasûr a Amedê di operasyoneke artêşa Tirk de 12 gerîlayên bi fermandariya Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê Dogan Zinar şehîd ketine.
Navendê diyar kir, nasnameya şehîdan nû zelal bûye û da xuyakirin ku di heman şerî de gerîlayek jî dîl ketiye destê “hêzên dijmin”.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê wiha ye:
“16’ê Mijdara 2017’an artêşa Tirk a dagirker, li bejahiya navçeya Pasûrê ya Amedê, li herêma Guhermê dest bi operasyoneke berfireh kir. Di operasyonê de ku bi teknîka pêşketî û bi hezaran leşker pêk hat di navbera leşkerên artêşa Tirk a dagirker û hevrêyên me de, li du deverên cuda şerekî giran qewimîne. Di şer de ku bi saetan dom kir artêşa Tirk a dagirker gelek kuştî û birîndar dan. Di encama vî şerê giran de, Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê hevrêyê me Dogan Zinar jî di nav de, 12 hevrêyên me şehîd bûn. Di vî şerê giran de nasnameya hevrêyên me yên şehîd destpêkê nehatiye zelalkirin. Her wiha hevrêyê me Mawa (Erhan Ertugrul) jî bi birîndarî dîl ketiye destê hêzên dijmin.
HPG’ê, li ser kesayet û berxwedana fermandar Dogan û 11 şervanên azadiyê wiha got, “Berxwedana hevrê Dogan û her 11 hevrêyên di bin fermandariya wî de ku tevî hemû arastebûnên dijminê dagirker ala berxwedanê bilind kirin û rê nedan dijmin, li dijî ferzkirinên radestî û xiyanetê, heta fîşeka xwe ya dawî bi vîneke mezin şer kirin û mînakeke destanî nîşan dan. Li xaka berxwedanê li Amedê, berxwedana zarokên Kurdistanê bûye yek ji nîşaneya sekn û helwesta xeta fedayî ya Apoyî.
Li şûna ku li ber dijminên faşîst çok deynin û serê xwe bitewînin, van lehengan bi serbilindî berxwedan û têkoşîn bijartin û tevlî karwanê nemiran bûne. Em van lehengên mezin bi rêzdarî û minet bibîr tînin, bejna xwe li ber bîranîna wan a hêja ditewînin. Di serî de malbatên şehîdan, ji hemû gelê welatparêz ê Amed û Kurdistanê sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku ala berxwedanê ya van hevrêyên me yên qehreman li pey xwe hiştin bilind bikin, heta armaca wan pêk bînin ta bigihînin serketinê. Ev erka hemû gerîlayên HPG’ê ne. Bila her kes baş bizane ku wê her gerîlayekî HPG’ê bibe Doganek û derbên giran li dijminê dagirker bide heyf û tola şehîdan rake. Li ser vî esasî em di kesayetiya hevrê Dogan û 11 hevrêyên di bin fermandariya wî de tevlî karwanê nemiran bûne, careke din bi bîr tînin. Em soz didin ku wê xwîna hevrêyên me li erdê nemîne û em ê tola şehîdên xwe yên nemir rakin.”
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:
Nasnav: Dogan Zinar Nav û paşnav: Abdulselam Arslan Cihê ji dayikbûnê: Şirnex Navê Dayik û Bav: Leyla – Abdulcelil Cih û dîroka şahadetê: 16 Mijdar 2017 / Amed |
Nasnav: Azad Amara Nav û paşnav: Mahsum Ay Cihê ji dayikbûnê: Şirnex Navê Dayik û Bav: Zehra – Ahmet Cih û dîroka şahadetê: 16 Mijdar 2017 / Amed |
Nasnav: Aze Berxwedan Nav û paşnav: Hatice Merve Temel Cihê ji dayikbûnê: Hatay Navê Dayik û Bav: Dilfiruz – Suleyman Cih û dîroka şahadetê: 16 Mijdar 2017 / Amed |
Nasnav: Beritan Tolhildan Nav û paşnav: Mercan Erkol Cihê ji dayikbûnê: Van Navê Dayik û Bav: Kumru – Hesin Cih û dîroka şahadetê: 16 Mijdar 2017 / Amed |
Nasnav: Doktor Farqin Nav û paşnav: Doktor Başaran Cihê ji dayikbûnê: Amed Navê Dayik û Bav: Aysel – Hasan Cih û dîroka şahadetê: 16 Mijdar 2017 / Amed |
Nasnav: Ozgur Amed Nav û paşnav: Mine Canik Cihê ji dayikbûnê: Amed Navê Dayik û Bav: Fikriye – Ahmet Cih û dîroka şahadetê: 16 Mijdar 2017 / Amed |
Nasnav: Reber Farqin Nav û paşnav: Ferman Tarhan Cihê ji dayikbûnê: Amed Navê Dayik û Bav: Sitkiye – Recep Cih û dîroka şahadetê: 16 Mijdar 2017 / Amed |
Nasnav: Rustem Cilo Nav û paşnav: Şahin Şahin Cihê ji dayikbûnê: Colemêrg Navê Dayik û Bav: Fatma – Yunus Cih û dîroka şahadetê: 16 Mijdar 2017 / Amed |
Nasnav: Sara Têkoşîn Nav û paşnav: Meryem Akpolat Cihê ji dayikbûnê: Mûş Navê Dayik û Bav: Neslihan – Celal Cih û dîroka şahadetê: 16 Mijdar 2017 / Amed |
Nasnav: Viyan Avşîn Nav û paşnav: Merva Welid Ahmet Cihê ji dayikbûnê: Kobanê Navê Dayik û Bav: Mewlude – Welid Cih û dîroka şahadetê: 16 Mijdar 2017 / Amed |
Nasnav: Zarîn Gimgim Nav û paşnav: Seher Aktaş Cihê ji dayikbûnê: Mûş Navê Dayik û Bav: Ezver – Cezmi Cih û dîroka şahadetê: 16 Mijdar 2017 / Amed |