Rêxistinên Ciwanên Ewrûpa dest bi pîrozbahiyên Newrozê kirin. Navnîşana pîrozbahiyê Bielefeld bû.
BIELEFELD – Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Xwendekarên Kurdistan (YXK) û Yekitiya Xwendekarên Jinên Ciwan (JXK) li Bielefeldê festivala Newrozê lidarxist.
Di pîrozbahiyê derbarê diroka Kurdan û mitolojiya Newrozê de axaftin hatin kirin û her wiha rewşa sîyasî hate nirxandin. Derheqê çalakiyên grevên birçîbûnê û rewşa Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û tecrîdê agahî hate dayin.
Piştî axaftinan beşdarvan fikrên xwe derbarê xebatên hevpar yê navbera tevgerên elman û kurdan de anîn ziman. Hate diyarkirin ku pêwîste berxwedanên grevên birçîbûnê bi lêz tekeve rojeva medyayê elman û pêwîste dike ku ev bêdengî bê şikandin.
Piştî nirxandinan agirê Newrozê hate pêxistin û govend hatin gerandin. Di festivala 2 rojan de nêzî 200 kes beşdar bûn.