Li bajarê Silêmaniyê greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 94’emîn de didome. Çalakî danê êvarî ji aliyê koma 48’an ve hate dewr girtin.
SILÊMANÎ – Greva birçîbûnê ku li bajarê Silêmaniyê hatiye destpêkirin di roja 94’an de didome û çalakî ji aliyê koma 48’an ve hate dewr girtin.
Li bajarê Silêmaniyê greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 94’emîn de didome. Çalakî danê êvarî ji aliyê koma 48’an ve hate dewr girtin.
Endamên Gencanî welatparêz ji Kerkukê tevlî çalakiya greva birçîbûnê a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a bi dorveger bûn.
Kemal Soran wek nunera koma 48’emîn armanca tevlîbuna wan di vê çalakiyîde anî ziman û li ser berxwedaniya Leyla Guven û Nasir Yağiz axivî û got ku ew wek Ciwanên Welatparêz piştîvaniya vê berxwedaniyê dikin.
Di dawiya axaftina xwe de Kemal Soran bang li tevahî ciwanan kir ku beşdarî vê çalakiyê bibin û Serî hildin.