Li navçeya Stenbolê Esenyurt bi sedan ciwan daketin qadan. Piştî ciwanan şahadeta Zulkuf Gezen bihist daketin qadan û çalakî pêk anîn. Ciwanên ku xwestin bimeşin, polis êrîşî wan kir û 4 ciwanan binçavkir. Çalakiyên ciwanan di kolanan didome.
STENBOLÊ – Zulkuf Gezen ê di 1’ê Adarê de li Girtîgeha Tekîrdagê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, çalakiya fedai pêk anî. Piştî vê bi sedan ciwan ji bo li berxwedana Zulkuf Gezen xwedî derkevin û tecrîdê şermezar bikin daketin qadan.
Ciwanan xwestin meş pêk binîn, lê rastî êrîşa polisên faşîst û dagirker hatin. Polisên dagirker 4 ciwanan binçavkir.
Niha jî çalakiyên ciwanan li kolanan didome. Lêgerinên polisên dagirker ji bo êrîşan jî didomin.