Bi sedan ciwanên Kurd bi meşeke meşaleyî dagirkeriya Tirkiyê ya li ser Efrînê şermezar kirin û şehîdên meha Adarê bi bîr anîn.
QAMIŞLO – Dewketa Tirk a dagirker 20‘ê Çileya sala derbasbûyî de bi awayekî hovene êrîşî kantona Efrînê kir û di êrîşan de her cure çekên giran bi kar anîn. Gelê Efrînê li hemberî van êrîşan 58 rojan li ser axa xwe berxwedaneke mezin nîşand dan. Hêzên dagir 18‘ê Adarê Efrîn dagir kirin. Koordînasyona Ciwanên Kurd li bajarê Qamişlo meşeke bi meşaleyî li dar xistin. Di meşê de dagirkirina Efrînê hat şermezarkirin û şehîdên komkujiyên meha Adarê yên Hesekê, Qamişlo û Helebçeyê hatin bibîranîn.
Bi sedan ciwanên ji 17 partî û rêxistinên ciwanan ên di bin banê Koordînasyona Ciwanên Kurd de tevdigerin, beşdarî meşê bûn.
Girseya ciwanan li Çerxerêya Sonî ya bajarê Qamişlo kom bûn. Li vir daxuyanî ji aliyê berdevkê Koordînasyona Ciwanên Kurd Abdulxenî Umer ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, salek beriya niha bajarê Efrînê yê Rojava bi desteka hin Kurdên xayîn ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagirkirin, Tirkiyê beriya ku herêmê dagir bike komkujî li dijî şêniyan pêk anî.
Her wiha hate destnîşankirin ku dewleta Tirk bi armanca guhertina demografîk û velakirina herêmê ji niştecihên wê êrîşê bajarê Efrînê kir.
Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye: “Gelê Efrînê 58 rojan li ber xwe dan, berxwedana Efrînê ji aliyê YPG û YPJ‘ê ve ku xeta şehîd Avesta û Karker dişopînin di qonaxa xwe ya duyemîn de didome. Bi vê boneyê jî em şehîdên Komkujiya Newroza Hesekê, Qamişlo, Helebçe û Efrînê bi bîr tînin. ”
Piştî xwendina daxuyaniyê, meşê ji Çerxerêya Sonî dest pê kir û li nava kolanên sereke yên bajarê geriya. Ciwana di meşê de dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê berz kirin.
Meş li Çerxerêya Felahîn a taxa Enteriyê bi dawî bû.