Ciwanên Stenbolê li gelek deveran slogana li ser diwaran nivîsandin. Nivîsên wek “PKK li vir e” hatin nivîsandin.
STENBOLÊ – Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û li dijî hukumeta faşîst ya Akp-Mhp Ciwanên Stenbolê çalakî pêk anîn. Ciwanan bi çalakiya xwe bersiv da gotinên hukumeta faşîst ya ku hertim dibeje “PKK hema hema xelas”. Ciwanan bersiva “PKK li vir e” da hukumeta faşîst ya Akp-Mhp.
Ciwanan li cend navendên Stenbolê li ser diwaran sloganan nivîsandin. Di çalakiyê de sloganên wek “Newroz Jiyane DGH-PKK”, “Ciwan fedaiyên Rêber APO’ye”,“Em xelas nabin, em disa hatin” û “Tecrîd sûce mirovahiyê ye” hatin nivîsandin.