Îro ji bo Şehîd Zûlkûf Gezen û salvegera dagirkirina Efrînê li bajarê berxwedanê Kantona Kobanê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Xwendekarên dibistanan û Gelê Kurd ên Kobanê meşekî girseyî li dar xistin.
KOBANÊ – Berxwedanên greva birçîbûnê ya ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven pêşengî kir didome. Ji çalakvanên zindanan Zûlkûf Gezen duh li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiya fedaî pêkanîbû û şehîd ketibû.
Bi vê wesileyê Ciwanên Kurd, Gelê Kurd û dostên wan ji bo xwediyê şehîdê xwe derkeve di nav çalakiyan de ne. Îro ji bo Şehîd Zûlkûf Gezen û salvegera dagirkirina Efrînê li bajarê berxwedanê Kantona Kobanê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, sazî û Gelê Kurd ên Kobanê meşekî girseyî li dar xistin.
Gelê Kobanê di seat 11:00 şunve li Qada jin kom bûn. Meş ji Qada Jina Azad ya Kobanê destpêkir. Di meşê de wêneyên Şehîd Zûlkûf Gezen û wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hate rakirin. Di çalakiyê de dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî Berxwedana zindanan” û “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana Leyla” hate berzkirin. Meşa ku di Qada Şehîd Egîd de dawî bû weguherî mîtingekî. Li vir axaftin li ser şehadeta Zûlkûf Gezen hate kirin û dagirkirina Efrînê hate protestokirin.