Endamên ciwan yê Înîsyatîfa Gel a Demokratîk ya Çukurovayê ji bo Zulkuf Gezen fîşekan berdan ezmanan. Li Kolana Kiremithane ciwan kombûn û li ser riya giştî pankartên bi nivîsên “Zulkuf Gezen nemire” û “Hevrê Zulkuf ne bi tenê ye” daliqandin. Her wiha endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê ya Edenê li navçeya Seyhan li kolana Denizli weneyên Gezen bi nivîsa “Zulkuf gezen nemire” li gelek deveran zeliqand.
EDENE – Endamên ciwan yê Înîsyatîfa Gel a Demokratîk ya Çukurovayê ji bo Zulkuf Gezen ê ku ji bo şikandina tecrîda girankirî li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê çalakî fedaî pêk anî bû, fîşekan berdan ezmanan.
Li Çukurovayê endamên ciwan ên Înîsyatîfa Gel a Demokratîk ji bo Zulkuf Gezen ê ku ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê çalakiyeke canbexşane li darxist û şehîd bibû, fîşekan berdan ezmanan. Polîsan bi zorê û bêyî destûra malbatê cenazeyê girtiyê siyasî Zulkuf Gezen ji Stenbolê anîn Amedê û li Goristana Yenîkoy di bin dorpêça maşîne û polîsên zirxî de defin kirin.
Ciwanên ku li navçeya Seyhan kolana Kuçukdikili posterê Ocalan vekirin û gelek fîşekan berdan ezmanan. Ciwanan sloganên derbarê azadiya Ocalan û ji bo Gezen qirkirin.
Li Kolana Kiremithane ku girêdayî navçeya Yuregirê ye ciwan kombûn û li ser riya giştî pankartên bi nivîsên “Zulkuf Gezen nemire” û “Hevrê Zulkuf ne bi tenê ye” daliqandin. Li ser dîwarên kolanan jî “Zulkuf Gezen nemire”, “Tecrîdê bişkînin, faşîzmê perçe bike” û “Leyla Guven rumet me ye” hatin nivîsandin. Ciwanan di çalakiyê de sloganan avêtin.
Her wiha endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê ya Edenê li navçeya Seyhan li kolana Denizli weneyên Gezen bi nivîsa “Zulkuf gezen nemire” li gelek deveran zeliqand.
Li kolanên ku Kurdistanî bi giranî jiyan dikin, polisên taybet û polisên yunus tura davêje û ketin û derketina kolanan girtiye.