Ciwanên Kobanê ya ku di dîrokê de li dijî êrîşên çeteyan berxwedanek mezin nişan da, niha jî li dijî gef û êrîşan ji her milê ve ji bo parastin û rêxistinbûnê xwe perwerde dikin.
KOBANÊ – Ciwanên Kobanê li dijî êrîş û gefan ji her milê ve xwe amade dikin. Him di aliya rêxistinbûnê de, him di aliyê parastinê de li dijî êrîşan ji bo berxwedanekê di çarçoveya şerê Gelê Şoreşgerî de xwe amade dikin. Perwerdeya ku heya niha bi beşdarbûna sedan ciwanan pêk hat û heya demekî jî wê bidome. Bi vê perwerdeyan tê armanckirin ku ciwan li dijî êrîşan xwe rêxistin bikin û bikaribin xwe biparêzin.
Hemû ciwan pêwîstî bi çek fêrbûnê dibînin
Di vê çarçoveyê de di destpêkê de endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo hêzên parastina cewherî ya ciwanan perwerdeya çekê dîtin. Niha jî xwendekarên Zanîngeh û Dibistana Navîn ên pola jorîn perwerde dibînin. Perwerdeya ku ciwanan dîtin di destpêkê de bi waneyên bîrdozî destpê kir. Piştî perwerdeya bîrdozî, ciwan kom bi kom dest bi perwerdeya çekê kirin. Ciwanên ku fêrbûna çekê ji bo parastina xwe pêwîst dibînin bi coşekî mezin beşdarî perwerdeyê bûn.
Bi sedan Ciwan beşdarî perwerdeyan bûn
Gelek ciwan her roj kom bi kom tevlî perwerdeyê dibin. Di destpêkê de di derheqa çekan de wane tê dayîn, piştre vekirina kleşê tê fêr kirin û her ciwan bi kelecanek mezin dicerbînin. Herî dawî jî bi denetîm li ser hedefên diyarkîrî gule tên avêtin. Ciwanên ku cara yekem çek digirtin deste xwe kelecan dibûn dibêjin “Ji bo parastina axa xwe erka ciwanan e ku çek bikaranîn fêr bibin”.
Perwerde bi beşdarbûna ciwanên cuda wê bidome
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kobanê ku heya niha bi sedan ciwan perwerde kirin, diyar kirin ku wê hêjî ev perwerde bidomine. Her wiha dibêjin ku ev perwerde ne tenê bi perwerdeya çeke pêk tê di heman demê de waneyên bîrdozî jî tê dayîn. Bi vê perwerdeyan tê armanc kirin ku di rewşekî xeter de ciwan bikaribin xwe û gelê xwe biparêzin.
NC-Hamza Munzur/Mazlum Kobanê