Li Atînayê Zulkuf Gezen hate bibîranîn, tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û dewleta Tirk hatin protestokirin.
ATÎNA – Li paytexta Yewnanistan Atînayê Gezen hate bibîranîn û dewleta Tirk hate protestokirin. Meşa ku ji Zanîngeha Polîteknîkê destpê kir bi sedan kes tevlî bû. Di meşê de posterên Ocalan û alên PKK, KCK, HPG û YPG’ê hatin hildan û bê navber dirûşmên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Bijî Berxwedana Zindanan’, ‘Zulkuf Gezen bê mirin e’, ‘Ey Şehîd xwîna te li erdê namîne’ û ‘Kujer Tirkiye’ hatin qîrkirin.
Li pêşiya sefaretxaneya Tirk mîtîngek hate kirin û li ser navê NÇM’ê Metîn Bîngol axivî û got: “Ya me nekarî bike hevrê Zulkuf Gezen kir. Ji bo Rêber Apo bi fedayî şehîd bû.”