Fermandarên QSD’ê Ednan Efrîn diyar kir ku li kolanek biçûk li Baxozê şer hin didome.
DÊRAZOR – Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tinekirina Terorê li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Baxozê didome.
Di vê çarçoveyê de ji fermandarên QSD`ê Ednan Efrîn diyar kir ku di kolanek biçûk ya li Baxozê şer hina jî didome.
Ednan Efrîn teqez kir ku wan nuqteyên startîjîk di kampa Baxozê de girtine û ew nuqte niha di destê şervanên QSD’ê de ne.