Ciwanên Edenê ji bo Zulkuf Gezen ê ku li dijî tecrîda girankirî çalakiya fedaî pêk anî bû, çalakiya nivîsandina sloganan lidarxistin.
EDENE – Endamên ciwan yê Înîsyatîfa Gel a Demokratîk ya Çukurovayê ji bo Zulkuf Gezen ê ku li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li girtîgeha Tekîrdag çalakiya fedaî pêk anî bû û piştre polisên dagirker cenazeye Gezen revandi bu û bi zorê li Amedê veşartî çalakî li darxistin.
Ciwanên kul i navçeya Seyhan kolana Denizli hatin gelhev destpêke weneyên Gezen daliqandin û piştre nivîsên wek “Zulkuf Gezen nemire”, “Beriya 37 salan Mazlum Dogan, pişti 37 salan di meha Adarê de Zulkuf Gezen #ŞehîdNamirin”, “Bibin denge berxwedanê” û “Leyla Guven Rumeta meye” li ser dîwaran nivîsandin.
Piştî çalakiyê polisên dagirker kolanan xist bin çemberê.