Gel û ciwanan li Êlihê Newroz pîroz kirin. Beriya pîrozbahî destpê bike, ciwan û gel merşa gerilla xwendin û slogana “Şehîd Namirin” avêtin.
ÊLIH – Bi pêşengtiya Ciwanên Êlihê li herêma Petrolkent û kolana 19 Gulanê bi sedan welatî tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn. Beriya pîrozbahî destpê bike, ciwan û gel merşa gerilla xwendin û slogana “Şehîd Namirin” avêtin. Ciwanan di pîrozbahiyê de bênavber fîşekên hewayî teqandin û çalakiya deng derxistinê hate kirin.
Di navbera ciwan û polisên dagirker demkurtî pevçûn derket. Ciwanên Êlihê li kolanan belav bûn û sloganên wek “Zulkuf Gezen nemire” û”Bijî Serok APO” qîrkirin. Ciwanan bi fîşekên hewayî bersiv da êrîşên polisên dagirker û bi vî awayî parastina xwe kirin.