Yekitiya Jinên Ciwan ên Bakur û Rojhilatê Suriyê qetilkirina jina ciwan bi navê Mucîvdeyf Elhesen ku bi awayekî hovane hatibû qetilkirin, bi tundî şermezar kir.
NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Jinên Ciwan li Bakur û Rojhilatê Suriyê ‘Yekitiya Jinên Ciwan’ (YJC) qetilkirina jina ciwan bi navê Mucîvdeyf Elhesen ku bi awayekî hovane hatibû qetilkirin, bi tundî şermezar kir.
Koordinasyona YJC’ê di daxuyaniya xwe a nivîskî de bal kişand ser wan xalan:
“Jin di civakê de her tim wek amur tê dîtin û ji ber wî her tim bi tundiye re rû bi rû dimine. Ew tundî ne tene bi awayê fîzîkî, bi awayê psîkolojîk jî tê meşandin. Jin di nava jiyanê de bi her awayî tê pelçikandin. Ew ji dîrokê de heta niha her tim berdawam kiriye. Bin navê islamiyetê de, bin navê exlaq de jin her tim nav bedengiyê de hatiye fetisandin. Jinên ku denge xwe derxistiye jî hatiye kuştin an jî hatiye cezakirin.
Herî dawî 13’ê Adarê li bajarokê Ebu Rasin jinekê bi navê Mucîvdeyf Elhesen ji milê kesên ku naye zanîn ve hat qetilkirin. Zîhnîyeta 12.000 sal her roj qetilkirinê jinê de xwe dubare dike. Qatlîama jinan wek tiştekî normal tê dîtin. Ew qetilkirin li tevahî cihanê de bi şêwazên cur be cur li ser jinê tê ferzkirin. Jinên ku dervî xwesteka zilam gav bavajê cezayê vê her tim mirin dibe. Îro Mucîvdeyf Elhesen, doh Ceren Damar bu û bi hezaran jin vî şeklî hatin qetilkirin. Pêwîste bê zanîn ku jin pêşengê civakê ye, ji ber vê jî qetikirina jin tê wateya qetilkirina civakê û her roj civak tê kuştin. Hemberî wan qetlîaman pêwistê êdî bese were gotin.
Ji ber vê jî wek Yekitiya Jinên Ciwan qetlîamên kulşi Ebu Rasin pêk hatiyê em şermezar dikin. Her kêlî em ê wek jinên berxwedêr têkoşina xwe bilindtir bikin û beramberî tundiya li ser jinê seknekî dijwar nîşan bidin. Êdî em ê nahelin ku jin di bin bedengî de bê fetisandin û nahelîn ku di şexê jin de civak were qetilkirin.”
YJC daxuyaniya xwe bi bangawaziyekê bi dawî kir. YJC bang li hemû jinên ciwan kir ku li dijî tundiya li ser jinan û li dijî ferasetên kuştina jinê helwestên xwe nîşan bidin û xwedî li bîrdoziya azadiya jinê derkevin.