Şervanên QSD’ê gundê Baxoz, baregeha dawîn yên çeteyên DAIŞ’ê xist û gund bi temam rizgar kir. Li Baxozê çeteyên DAIŞ ji hêla leşkerî ve têk çû û QSD’ê bi ser ket.
DÊRAZOR – Li gorî agahiyan şervanên QSD’ê gundê Baxoz bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.
Hate diyar kir ku gundê Baxozê bi temamî hate rizgarkirin û şervanan dest bi operasyonên paqijkirina Baxozê kir.
Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê roja 18’ê Îlona 2018’an ji bo rizgarkirina herêmên dawîn ên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de hate destpêkirin.
1’ê Adarê piştî bi hezaran sivîl, çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan xwe radestî QSD’ê kir, QSD’ê operasyona dawîn a tunekirina çeteyên DAIŞ’ê da destpêkirin.