Newroza bajarê berxwedanê Kobanê destpê kir. Bernameya Newrozê wê bi pêşkeşkirina mûzîk, govend û şano yê berdewam bike.
KOBANÊ – Li bajarê berxwedanê Gelê Kurd û gelên herêmê ji bo Newrozê pîroz bikin ber bi qada Newrozê ve meşiyan. Newroza Kobanê bi tevlîbûna deh hezeran welatî destpê kir. Gelê herêmê, jin û ciwan bi cilên xwe yên netewî beşdarî Newrozê bûn.
Ji serê sibê ve qad peyder pey tije dibe. Keç û xortên Kurdistanê ji niha ve dest bi govendê kirin. Bernameya Newrozê wê bi pêşkeşkirina mûzîk, govend û şano yê berdewam bike.
Tê payîn ku hejmara Newroza Kobanê sedhezaran derbas bike.