Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Sedhezaran Newrozê li Kobanê, Qamişlo, Dêrikê û Amûdê pîroz dikin

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
21/03/2019 - 12:59
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
Sedhezaran Newrozê li Kobanê, Qamişlo, Dêrikê û Amûdê pîroz dikin
ParvekeTweet

Li bajarên herêma Cizîrê û li Kobanê pîrozbahiyên Newrozê bi dirûşma “Bi rihê Newrozê em ê tecrîdê bişikînin û Efrînê rizgar bikin” dest pê kir. Bi hezaran şêniyên herêmê tev li pîrozbahiyê bûn. Dayikên ku zarokên wan di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan agirê Newrozê geş kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN – Bi sed hezaran welatiyên Kobanê, Qamişlo, Dêrik û Amûdê li qadên Newrozê kom bûn û bi coşa herî mezin Newrozê pîroz dikin. Gelê Kobanê li li ser girê Miştenûrê Newrozê pîroz dikin. Welatiyên Qamişlo berê xwe da cihê şahiya Newrozê ku li gundê Hîmo tê lidarxistin. Bi deh hezaran şêniyên bajarê Dêrikê û navçeyên wê berê xwe da qada pîrozbahiyê û Newrozê pîroz dikin. Bi hezaran şêniyên navçeya Amûdê li gundê Çaxir ê girêdayî navçeyê kom bûne û bi cil û bergên xwe yên gelêrî Newrozê pîroz dikin.

KOBANÊ

Bi deh hezaran pêkhateyên Kurd û Ereb bi dirûşma “Bi rihê Newrozê em ê tecrîdê bişikînin û Efrînê rizgar bikin” berê xwe da qada pîrozbahiya Newrozê ya Girê Miştenûr. Girseya hatin qada Newrozê agirê Newrozê geş kirin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid Mehbaş û bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê, bi navê jinên herêma Firatê û bi navê hêzên leşkerî wê bi axivin.

Komên girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido, dê dîlan û stranên gelêrî pêşkêş bikin.

QAMIŞLO

Ji saetên sibê ve bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo berê xwe da cihê şahiya Newrozê ku li gundê Hîmo tê lidarxistin. Li cihê pîrozbahiyê ala TEV-DEM`ê, alên YPJ/YPG, QSD û Kongreya Star hatine daliqandin. Hêzên Asayîşê û Hêzên Parastina Civakî parastina cihê pîrozbahiyê dikin. Dayikên ku zarokên wan di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan Agirê Newrozê pêxistin. Di pîrozbahiyê de endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif, ji rêveberên Kongreya Star Minîca Heyder dê biaxivin. Paşê dê stran ji aliyê koma Erka Xweparastinê, Koma Amara, Koma Zîlan, Koma Dîlan ve dîlan û stranên gelêrî werin pêşkêşkirin. Dê axaftin bi navê partiyên siyasî yên kurdî werin gotin û şanoyek ji aliyê Tevgera Çand û Hunerê ve were pêşkêşkirin.

DÊRIK

Bi deh hezaran şêniyên bajarê Dêrikê û navçeyên wê berê xwe da qada pîrozbahiyê û Newrozê pîroz dikin. Bi deh hezaran şêniyên bajarê Dêrikê û navçeyên li qada Newrozê kom bûne û Newroza xwe pîroz dikin. Her kes bi cil û bergên xwe yên gelêrî tev li pîrozbahiyê bûne. Li cihê pîrozbahiyê al û sembolên kurdî hatine daliqandin. Piştî rêzgirtinê agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve hat pêxistin û li dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat guhdarkirin. Tê payîn ku axaftin bi navê saziyan di pîrozbahiyê de werin kirin.

AMÛDÊ

Li navçeya Amûdê pîrozbahiya Newrozê bi pêxistina agirê Newrozê dest pê kir. Bi hezaran şêniyên navçeya Amûdê li gundê Çaxir ê girêdayî navçeyê kom bûne û bi cil û bergên xwe yên gelêrî Newrozê pîroz dikin. Li cihê pîrozbahiyê ala YPJ/YPG û QSD`ê hatine daliqandin Agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve hat pêxistin. Tê payîn ku dê axaftin werin kirin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Wan û Mêrdînê gel û ciwan diherikin qadên Newrozê

Nivîsa Pêş

Agir Newrozê li Şehbayê ji milê malbatên şehîdan ve hate pêxistin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Agir Newrozê li Şehbayê ji milê malbatên şehîdan ve hate pêxistin

Agir Newrozê li Şehbayê ji milê malbatên şehîdan ve hate pêxistin

Newroza Kobanê bi hemû coşa xwe didome

Newroza Kobanê bi hemû coşa xwe didome

Manşet

  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.