Pîrozbahiya Newrozê ya kantona Şehbayê bi pêxistina agirê Newrozê ji aliyê malbatên şehîdan ve dest pê kir.
ŞEHBA – Bi dirûşma “Bi rihê Newrozê em ê tecrîdê bişikînin û Efrînê rizgar bikin” şahiya Newrozê ya kantona Şehbayê bi beşdarbûna hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Tirkmen, Ermen û hemû saziyên sivîl û partiyan dest pê kir.
Şahî li gundê Elûşê li navçeya Ehdas pêk tê. Qada şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên Berxwedana Serdemê, wêneyên Leyla Guven û çalakvanên greva birçîbûnê, alên YPG û YPJ`ê û çiqilên zeytûnê hatiye xemilandin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, malbatên şehîdan ên kantonên Şehba û Efrînê agirê Newrozê pê xist û dirûşmên silavkirina Newrozê û berxwedana gel berz kirin.
Şahî bi guhdarkirina nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser Newrozê, dewam dike.