Ji bajarên derdorê, Minbîcê, Girê Spî û Reqqayê bi deh hezaran kes hatin tevlî Newrozê Kobanê bûn. Newroza Kobanê bi hemû coşa xwe didome.
KOBANÊ – Newrozê Kobanê bi tevahî germahî û coşa xwe didome. Ji bajarên derdorê, Minbîcê, Girê Spî û Reqqayê bi deh hezaran kes hatin tevlî Newrozê Kobanê bûn. Tevahî gelê Kobanê jî di qadê de bi govendan Newrozê pîroz dikin.
Her wiha di Newrozê de Hevserokê Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê Enver Mûslîm axaftinek kir û got “Em ê Newrozê 2020’an li Efrînê pîroz bikin. Bila herkes vêya bizanibe. Niha DAIŞ têk diçe. Mizgînaya xêrê wê di demekê nêz de were dayîn. Bi vê re em ê çeteyên Dewleta Tirk a dagirker jî ji Efrînê derxînin.”
Dîsa keça feylezofa ekolojîk a Amerîkî Murayy Bockhîn beşdarî Newrozê Kobanê bû axaftinek kir. Axaftin ji zimanê Kurdî re hate wergerandin. Keça Muray Bockhîn ku Rêberê Gelan gelek girîngî dida fikrên wî hestên xwe yên di derheqa Şoreşa Rojava de kir û got ger bavê min bijîya wê kêfxweş bibûya. Her wiha behsa serdana xwe ya Goristana Şehîdan kir û got pê pir bi hêstiyar bûye û empatiya dayikan kiriye.
Di Newrozê Kobanê de hûnerên çandê û mûzîk tê pêşkêşkirin. Koma Kevanê Zerîn, Koroyek û Komekî mûzîkê ku ji Şêx Mexsuda Helebê hatibûn stran gotin. Li ser berxwedana Efrînê strana nû ku ji aliyê gelê Efrînê li Şehbayê nivîsine hate strandin.
Newroza Kobanê bi stranên Erebî û Kurdî û gerandina govendan ve didome.