Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe 134 rojin di greva birçîbûnê de ye, ji bo Cejna Newrozê peyam şand.
AMED – Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe 134 rojin di greva birçîbûnê de ye, ji bo pîrozbahiya Cejna Newroza Amedê peyam şand û got: “Teqez em ê bi ser bikevin.
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe 134 rojin di greva birçîbûnê de ye, ji bo Cejna Newrozê peyam şand. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag peyama Leyla Guven xwend. Dag, bang li sed hezaran kir û got: “Me silavên Leyla ji were anîye. Me berxwedan ji were anîye. Berxwedan teqez wê bi ser bikeve. Dag peyama Leyla Guven a Newroza Amedê xwen. Peyama Guven wiha ye:
“Slav Amed!
Slav Paytexta Berxwedanê!
Slav dayikên canfeda, ciwanên leheng! Ez we hemûyan bi rihê berxwedana zindanan hembêz dikim. Gele me yê hêja! Newroz destpêka hiharê, vejîna azadîyê ye. Newroz li zindana qêrina Mazlum, li bircên Amedê govenda Zekiye, li dervayê welat meşaleya Ronahi û Rahşana ye. Niha jî Newroz Mazlumê serdemê Zulkufê leheng e. Lewma navê Newroza 2019’an Zulkuf Gezen e… Hevalno, hevalê Zulkuf şehîdê pêngava berxwedanê ye û bi rihê berxwedanê rîya me Ronî kiriye. Ez bejna xwe li ber şehadeta wî ditewinim. Gelê me yê heja û leheng, ez dibêjim ku serkeftin pir nêzike. Vayê bahar hat. Emê di sala 2019’de tecrîtê bişkînin û gelê xwe azad bikin. Ez dibêjim bila tevahîya cîhanê bizane ku em jiyanek di nav tecritê de napejirînin û emê bi berxwedana xwe sala 2019’an bikin sala Kurd û Kurdistanê. Bi vî rih u baweriyê slavên xwe dişînim û bi dil û can Newroza we pîroz dikim. Newroz piroz be. Em ê teqez bi serkevin…”