Bi deh hezaran gelê Êlihê yên daketin qada Newrozê tişortên ku wêneyên Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û Nasir Yagiz yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di grevê de ne li xwe kirin û tev li Newrozê bûn.
ÊLIH – Li Êlihê Newroz bi tevlêbûna deh hezaran û bi coşek mezin tê pîrozkirin. Bi deh hezaran gelê Êlihê yên daketin qada Newrozê tişortên ku wêneyên Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û Nasir Yagiz yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di grevê de ne li xwe kirin û tev li Newrozê bûn.
Gelê Êlihê bi coşek mezin û tevlêbûna deh hezaran Newroza Êlihê pîroz dike. Pîrozbahiya Newroza ku ji aliyê KCD, HDP, DBP û TJA’yê ve hat amadekirin li qada Newrozê bi coşek mezin û pêxistina agir dest pê kir. Li qada Newrozê alên HDP’ê û rengên kesk, sor û zer hatin rakirin. Girseya ku ked qadê tevî hemû lêgerîn û astengiyan dirûşmeyên girêdana Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tînin ziman berz kirin. Jinên Koçer û welatiyên Êlihê bi cilên neteweyî û herêmî qada Newrozê rengandin. Li dika Newrozê jî pankarta mezin a “Em ê Teqez bî ser bîkevîn, newroz pîroz be! vekirin. Bi deh hezaran kesên li qadê kom bûn agirê Newrozê pêxistin. Bi hezaran kesan tîşortên ku wêneyên Leyla Guven, Nasir Yagiz, Sedat Akin ên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ketine greva birçîbê li xwe kirin û ketin qadê. Ciwanên ku bi tevlêbûna xwe ya zêde bal kişandin ser xwe kule ava kirin û bala hemû girsê kişandin ser xwe. Pîrozbahiya Newrozê bi rêzgirtin û pêxistina Agirê Newrozê dest pê kir. Koma ribabê bi stran û ribaba xwe bi hezaran kes kişt nava govendê û gel bi dengê ribabê coşiya.
Pîrozbahî bi axaftin û guhdarkirina muzîkê berdewam dike.