Li Binarê Qendîlê pîrozbahiya Cejna Newrozê berdewam dike. Bi hezaran Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdarî pîrozbaiyê bûne. Endamê Konseya Serokatiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Diyar Xerîb peyama KCK’ê pêşkeş kir.
NAVENDA NÛÇEYAN – Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ji bo pîrozbahiya Newroza Qendîlê peyamek da. Di peyamê wiha tê goitn; “Erdogan dahaqê serdemê ye û Kurd jî berxwedêrên serdemê ne.” KCK’ê çalakiyên greva birçîbûnê pîroz kir û eşkere kir ku wê gelê Kurd bigihîne serkeftinê. KCK’ê diyar kir ku Newroza Qendîlê bersivekî tunde ji bo dijmin.
Li Binarê Qendîlê pîrozbahiya Cejna Newrozê berdewam dike. Bi hezaran Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdarî pîrozbaiyê bûne. Endamê Konseya Serokatiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Diyar Xerîb peyama KCK’ê pêşkeş kir.
Diyar Xerîb silavên KCK’ê pêşkêşî Leyla Guven, Nasir Yagiz, Herêm Mehmûd, Şeyma Ednan û hemû çalakgerên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de kir û got; “Berxwedana Leyla Guven û hevalên di girtîgehê de di warê siyasî de şkandina faşîzmê ye.”
Xerîb bal kişand li ser çalakiya canfedayane ya Zulkuf Gezen û got; “Çalakiya heval Zulkuf Gezen mîna çalakiya heval Mezlum Dogan bû, wê me bigihîne serkeftinê.”
‘Erdogan dahatê serdemê ye’
Balafirên dewleta Tirk duh çiyayê Qendîlê bomberan kir, têkildarî vê bombebaranê Diyar Xerîb wiha destnîşan kir; “Bombebarana duh ji bo çewsandina xelkê bû. Dijmin hewlda ku xelk neyên li Qendîlê Newrozê pîroz nekin. Lê, bi hatina we û coş û xorişa we bersivekî tunde ji bo dijmin. Em xêrhatina we dikin. Newroz cejna berxwedanê ye. Erdogan dahatê serdemê ye û Kurd jî berxwedana serdemê dikin. Ji ber vê ewqas êrîş dikin li ser Kurdan.”
‘Ev Newroz cejna têkbirina çeteyên DAIŞ’ê ye’
Endamê Konseya Serokatiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Diyar Xerîb herî dawî got; “Ev Newroz cejna têkbirina çeteyên DAIŞ’ê ye. Çalakiya Sîdekan jî têk birina rûyê siyasî yê DAIŞ û AKP’ê ye. Ev bihar bihara Azadiyê ye. Bi ruhê berxwedana Şêladizê em ê dagirkeriyê bişkênin.”