Newroza bajarê berxwedanê Kobanê bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Efrînê” bi dawî bû.
KOBANÊ – Îro di saetên sibê de bi hezaran şêniyên Kobanê û bajarên derdorê berê xwe da cihê pîrozbahiyê yê li gundê Helîncê ya Qada Newrozê. Her kes bi cilên xwe yên gelêrî tev li şahiyê bû, her wiha gelê Ereb jî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Dîsa ji derveyê welat, dostên Kurdan û Enternasyonal beşdarî Newrozê bûn.
Di pîrozbahiyê de li ser Rêveberiya saziyan axaftin hate kirin. Paşê dîlan û stranên gelêrî ji aliyê komên ku beşdarî pîrozbahiyê bûbûn ve hatin pêşkêşkirin.
Her wiha şanoyê ku li ser Efrînê hatibû çêkirin hate pêşkeşkirin. Welatiyên Kobanê ev şano bi hêviya rizgarkirina Efrînê bi kelecanek mezin temaşe kirin. Piştre jî komên govendê yê hemû leyîstokên herêmê govend hatin pêşkeş kirin.
Newroza Kobanê bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Efrînê” û bi gerandina govendê bi dawî bû.