Li Londrayê Ciwan û Kurdistanî her sal Newroz pîroz dikin. Îsal pîrozbahiya Newrozê veguherî çalakiya xwedî derketina grevên birçîbûnê.
LONDRA – Ciwan û Kurdistanî li Navenda Civaka Demokratîk ya Kurd a Londrayê Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de Ali Poyraz, Nahide Zengin û Mehmet Sait Yîlmaz ê ku ji 14’ê Adarê ve di greva birçîbûna ya bê dem û dorveger de ne axivîn.
Çalakvanên greva birçîbûnê diyar kirin ku berpirsyartiya pêşengtiya vê pêvajoyê li ser milê ciwan û jinan e. Çalakvanan bang li gel kir ku bi erka xwe ya pêşengtiyê rabin û rola xwe di vê pêvajoyê de bilîzin.
Li salona ku pîrozbahî pêk hat weneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Leyla Guven û Zulkuf Gezen ê ku çalakiya fedaî pêk anî bû hatin daliqandin.
Ciwanan li ber salonê agirê Newrozê geş kir û govend gerandin.