Li Tatwanê, polîsan ciwanê binavê Firat Akbalik ê ji Newrozê vedigeriya binçavkirin û bi hinceta “Tu li Newrozê pir şabûyî, hinekê jî em te şa bikin’ bi deqeyan derp kirin. Akbalik, ji nexweşxanê rapora derpê girt û dê li dozgeriyê serlêdana sûc bike.
BEDLÎS – Li Tatwanê, polîsan ciwanê binavê Firat Akbalik ê ji Newrozê vedigeriya binçavkirin û bi hinceta “Tu li Newrozê pir şabûyî, hinekê jî em te şa bikin’ bi deqeyan derp kirin. Akbalik, ji nexweşxanê rapora derpê girt û dê li dozgeriyê serlêdana sûc bike.
Ciwanê 20 salî Firat Akbalik ê duh beşdarî Newroza pîrozbahiyên navçeya Tatwan a Bedlîsê bû, di vegerê de, 3 polîsan ew binçavkirin û bi deqeyan derp kirin. Akbalik ê di serê wî de, destê wî yê çepê û lingê wî yê çepê de şopên derbê heyîn, ji nexweşxanê rapora derpê girt û got dê li dozgeriyê serlêdana sûc bike.
LÊDANA ‘TU LI NEWROZÊ PIR ŞA BÛYÎ’ LÊ KIRIN
Akbalik, diyar kir ku dema ji Qada Fuarê ya Newrozê vedigeriya, polîsan ew rawestandin û wiha axivî: “Polîsekê bi milê min re girt û ber bi cihê TOMA lê rawestiyabûn ve kaş kirim. Polîsê ez birim wê derê bi çogên xwe li min xist û ji min re got ‘Tu li Newrozê pir şabûyî, hinekê jî em te şa bikin.’ Dûre ez birim pişt TOMA’yan. 2 polîsên din jî li wir rawestiyabûn. Her sê polîsan bi hev re dest bi lêdana min kirin. Min hinceta vê pirsî, ji min re gotin ‘te dijûn ji me re kiriye.’ Ligel ku bi dehan car jî min got ‘min dijûn nekiriye’ dîsan jî li min xistin. Komîser îşaret dida, polîsan jî li min dixistin. Polîs pir tije bibûn û hemû hirsa xwe bi serê min de derdixistin.”
‘JI NEXWEŞXANÊ RAPOR GIRT’
Akbalik, da zanîn ku piştî lêdana polîsan çûye nexweşxanê û wiha got: “Min rapora derbê girt. Di raporê de binzika min sor bûye, serê min werimiye û serê min hîna jî diêşe cih digirin. Bijişkê ez muayene kirim, got dibe ku çokê de derizîbe. Sibe ezê herim nexweşxaneya dewletê jî. Ez nizanim bi çi li tiliya min xistin, lê tiliya min birîn bû û xwîn jê hat. Ez derbarê polîsan de li dozgeriyê serlêdana sûc bikim.”