Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ev 135’in bi biryardarî li ber xwe dide. Çalakiya girtiyên di greva birçîbûnê de 97 roj, çalakiya Nasir Yagiz 122 ro û ya 14 çalakgerên Strasbourgê jî 96 rojin berdewam dike.
AMED – Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ev 135’in bi biryardarî li ber xwe dide. Çalakiya girtiyên di greva birçîbûnê de 97 roj, çalakiya Nasir Yagiz 122 ro û ya 14 çalakgerên Strasbourgê jî 96 rojin berdewam dike.
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 135’emîn de didome. Çalakiya Endamê HDP’ê Nasir Yagiz ê li Hewlerê bi heman armancê 122 rojin didome. Çalakiya 14 çalakgerên li Strasbuorg û ya Îmam Şîş a li Gallerê 96 roj û çalakiya koma ewil a girtiyan ku di 16’ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir 97 roj in didome. Di 1’ê Adarê de jî, li tevahiya girtîgehan girtiyên PKK’ê û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin, di roja 22’emîn de ber dewam dike.
Di 3’ê Adarê de jî parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û endamên HDP’ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi heman armancê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê ketin greva bêdem û bêdorveger. Di 8’ê Adarê de parlamenterê HDP’ê Tayip Temel û Murat Sarisaç û 2 welatiyên din jî tev li çalakiya Dersîm Dag û 5 welatiyên din bûn.
SEDAT AKIN Û GURBET EKÎREN LI MALÊ ÇALAKIYA XWE BERDEWAM DIKIN
Sedat Akin jî li Girtîgehae tîpa T a Erzînganê bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Akin piştî hat berdan, li mala xwe ya li Êlihê çalakiya xwe di roja 75’emîn de berdewam dike. Gurbet Ektîren a li Girtîgeha Bakirkoyê di 15’e Çile de dest bi grevê kir û di 8’e Adarê de hat berdan di roja 67’emîn de li Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê çalakiya xwe berdewam dike.
FADÎLE TOK LI MEXMÛRÊ 62 ROJIN DI GIREVÊ DE YE
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî di roja 62’an de didome. Çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 16’ê Kanûna 2018’an de li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdulah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 97’emîn de ye.