Êzidiyên ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, xwestin derbasî Şengalê bibin, lê ji aliyê artêşa Iraqê ve hatin astenkirin.
ŞENGAL – Komek din a welatiyên Êzidî ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, xwestin derbasî Şengalê bibin, lê ji aliyê artêşa Iraqê ve hatin astenkirin.
Di operasyona dawî ya ku şervanên QSD’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê dabû destpêkirin û duh bidawî bibû de, 17 welatiyên din ên Êzidî hatibûn rizgarkirin.
Welatiyên ku radestî Mala Êzidiyan a Rojava hatibûn kirin, ji bo ku derbasî Şengalê bên kirin, anîn ser sînorê Şengal-Rojava. Lê 17 welatiyên ku jinek birîndar jî di nava wan de hebû, ji aliyê artêşa Iraqê ve hatin astengkirin û bi hinceta ku sînor girtî ye, destura derbasbûna wan nehat dayîn.
Leşkerên Iraqê nehitin jina birîndar a ku bi ambulansê anîbûn ser sînor jî derbasî Şengalê bê kirin. Leşkeran bi şertê ku jina birîndar ji ambulansê bê derxistin û bi meşê derbas bibe, destur dan, lê vê carê welatiyan qebul nekir.
Li ser astengkirinê, welatiyên ku hatibûn ser sînor vegeriyan Rojava.