Ahmet Şik parlementerê HDP’ê li ser hesabê xwe yê Twîtterê bersiva da gotinên Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû yên weke “Ev wekîlên PKK’ê yên terorune” û got: “A rastîn AKP bi xwe rêxistina terorê ye.”
NAVENDA NÛÇEYAN – Parlementerê HDP’ê Ahmet Şik, li ser hesabê xwe yê Twîtterê bersiva da gotinên Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû yên weke “Ev wekîlên PKK’ê yên terorune” û got: “A rastîn AKP bi xwe rêxistina terorê ye.”
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Ahmet Şik, li ser hesabê xwe yê Twîtterê, bersiv da gotinên Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû yên weke “Ev wekîlên PKK’ê yên terorun e.”
Soylû di mîtînga partiya xwe ya li Qada Fethiye Cumhuriyetê de axivî bû û gotibû: “Partiyeke mîna HDP’ê tuneye. PKK heye. Ev wekîl, ne parlementerin. Ev wekîlên PKK’ê yên terorun e.”
Şik bertekek mezin nîşanî van gotinên Soylû da û wiha got: “AKP Mafyaye. Rêxistineke terorê ya bi hemû xirabiyên dîroka komarê û tecrubeyên wê, hatiye avakirin. Di demek pir nêz de, hemû kes dê rastiyê fêr bibe.”