Ciwanên Amedê ji bo Zulkuf Gezen ê ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiya fedaî pêk anî, bi teqandina fîşekên hewayî rê li trafîkê girtin.
AMED – Ciwanan ji bo bîranîna Zulkuf Gezen ê ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiya fedaî pêk anî, bi teqandina fîşekên hewayî rê li trafîkê girtin.
Li Amedê ciwan daketin qadan û li gelek cihî rê li trafîkê girtin. Ciwanan bi fîşekên hewayî û avêtina sloganan tecrîdê şermezar kirin û Zulkuf Gezen bibîranîn. Sloganên wek “Bijî Berxwedana Zindanan” û “Bijî Serok APO” bênavber hatin avêtin.