QSD’ê cihê herî dawîn ê di deste çeteyên DAIŞ’ê de anku bajarokê Baxozê jî ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir û serkeftina xwe îlan kir û ala xwe li bajarok daliqand.
NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)di çarçoveya hemleya Şerê Tunekirina Terorê de bajarokê Baxoz ê Dêrazorê ji çeteyên DAŞ’ê rizgar kir û serdestiya DAIŞ’ê ya li bejahiiya li Sûriyê bi dawî kir.
QSD’ê di 21’ê Adarê de ragihandibû ku Baxoz ji çeteyên DAIŞ’ê hatiye paqijkirin lê xebatên paqijkirinê lê dewam dikin. QSD’ê îro bi merasîmekê ala xwe li bajarok daliqand.
Fermandarê QSD’ê Çiya Firat û gelek fermandarên din û her wiha şervan tev li mersîmê bûn û QSD’ê ala serkeftinê li cihê dawîn ê di deste DAIŞ’ê de anku Baxozê daçikand.
Çiya Firat di merasîmê de axivî, serkeftina dîrokî li şervanan û gelê herêmê pîroz kir û wiha got: “Îro me cihê dawîn ê di deste çeteyên DAIŞ’ê de anku Baxoz jî rizgar kir û hemleya xwe temam kir. Em vê serkeftinê di serî de li gelên Kurd, Ereb û Kurd û hemû gelên herêm û cîhanê dikin diyarî. Em diyar dikin ku me dawî li hakimiyeta DAIŞ’ê ya cografîk aniye û hemleya xwe temam kiriye. Di saetên pêş de dê daxuyaniyeke berfireh ji hêla Fermandariya Giştî ya QSD’ê ve bê dayîn.”
Li bendê ye ku Fermandariya Giştî ya QSD’ê di saetên pêş de daxuyaniyeke berfireh bide.