Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê agahiyên nasnameyê ya 6 gerîlayên ku di navbeyna 1’ê Îlonê û 17’ê Hezîranê de li Avaşîn û Çarçellayê şehîd bûbûn, aşkere kir.
BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapmeniyê ya HPG’ê şerê 1’ê Îlona 2018’an a li qada Çarçela ya dema operasyona hêzên dagirker ên Tirk bi bîr xist û got, “Hêzên dagirker her wiha qada şer bi rengekî zêde bi teknîkê bombe kirin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di vî şerî de û di bombekirinan de fermandarê me yê eyaleta Cîloyê Bager Bitlîs (Fatîh Ozden) û hevalên me Berfîn (Azîme Taşkan), Reşît (Yilmaz Guney Çokmez) û Welat (Erdal Guzelgul) şehîd bûne.”
HPG’ê her wiha diyar kir 17’ê Hezîrana 2018’an balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker Qadên Parastinê yên Medyayê, herêma Avaşînê bi êrîşên hewayî bombe kirine û hate gotin, “Di van êrîşan da hevalên me Endama Fermandariya Eyaleta Avaşînê Ronya Kars (Gulay Sapanli) û Zelal (Kabile Rûkiyye Tayyîpzade) şehîd bûne.”
HPG’ê sersaxî da malbatên gerîlayan û gelê Kurdistanê û soz da ku “tola her şehîdî wê were hilanîn”.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li ser van xakan ku mêtinger dixwazin ti tiştekî têkilî mirovahiyê neyê hiştin, em şehîdên xwe yên leheng ku ji bo rûmeta mirovahiyê şer dikin û ji bo ku gelê Kurdistanê bigihije jiyana azad a ku heq dike, xwe feda dikin, bi hurmetdarî bi bîr tînin. Di şexsê Fermandar Bager de ku beriya bi 27 salan li ser xaka Amedê dest bi rêveçûna xwe ya gerîlatiyê kirî, em soz didin hemû şehîdan, bîranînên wan bi serfiraziyê tacîdar bikin. Peywira me hemû hevrêyên mayî ye ku xwîna hevalên Bager, Ronya, Berfîn, Reşît, Welat û Zelal li erdê nehêlin û tola wan hilînin, ku her yek jê ji devereke dî ya Kurdistanê hatibûn û li ser xeta jiyana azad a Rêber Apo bûbûn yek, Bi vê çarçoweyê di serî de malbatên hêja yên şehîdên me, serê hemû gelê Kurdistanê yê niştiminperwer sax be, em bang li ciwanên Kurdistanê yên leheng dikin ku werin mekanê şehîdan, çiyayên azad.”
Nasnameya gerîlayên şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Bager Bedlîs
Nav û Paşnav: Fatîh Ozden
Cihê Jidayikbûnê: Bedlîs
Navê Dayikê-Bav: Kadriye – Halîl
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çarçella- 1’yê Îlona 2018’an
***
Nasnav: Berfîn Çiya
Nav û Paşnav: Azîme Taşkan
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayikê-Bav: Şukriye – Osman
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çarçella- 1’yê Îlona 2018’an
***
Nasnav: Reşît Piling
Nav û Paşnav: Yilmaz Guney Çokmez
Cihê Jidayikbûnê: Riha
Navê Dayikê-Bav: Fadîle – Mahmût
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çarçella- 1’yê Îlona 2018’an
***
Nasnav: Welat Serhat
Nav û Paşnav: Erdal Guzelgul
Cihê Jidayikbûnê: Erzirom
Navê Dayikê-Bav: Sabîha – Metîn
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çarçella- 1’yê Îlona 2018’an
***
Nasnav: Ronya Qers
Nav û Paşnav: Gulay Sapanli
Cihê Jidayikbûnê: Qers
Navê Dayikê-Bav: Cemîle – Kadîr
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn- 17’ê Hezîrana 2018’an
***
Nasnav: Zelal Newal
Nav û Paşnav: Kabîle Rûkiye Tayyîpzade
Cihê Jidayikbûnê: Selmas
Navê Dayikê-Bav: Perîzad – Îzzettîn
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn- 17’ê Hezîrana 2018’an