Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) piştî ku ala serketinê ya li dijî çeteyê DAÎŞ’ê li Baxozê bilind kir û şûnde, ji bo merasîmê amadekariyan dike.
DÊRA ZOR – QSD’ê saetên sibê Baxoz a parçe xaka dawî ya li destê DAÎŞ’ê bi temamî rizgar kiribû û ala serketinê bilindkiribûn.
Ji bo merasîma ku wê saet 13:00’an bê lidarxistin amadekarî tên kirin. Ji niha mêhvan û bi sedan kes li qadê bi cih bûne.
Li gel şervanên QSD, YPG,YPJ’ê û hevparên QSD’ê gazî, rûstpiyên Ereb û Kurd malbatên şehîdan kom bûne.
Di merasîmê de nûnerên rêveberiya kanton û rêveberiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bal kişand. Li qada merasîmê wêneyên şehîdan û alên QSD’ê hatine hildan.