Derket holê ku girtiya siyasî Ayten Beçet beriya ku li girtîgehê çalakiyeke fedaî bike, li pey xwe nameyek hiştiye.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî agahiyên ku hatine stendin komek parêzer çûn Girtîgeha Jinan a Girtî ya Gebzeyê. Berê nehiştin ku parêzer derbasî girtîgehê bibin lê piştre destûr dan. Lê rêveberiya girtîgehê nota ku Beçet li pey xwe hiştibû, neda.
Girtiya siyasî Ayten Beçet ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiyeke fedaî kiribû û dawî li jiyana xwe anîbû.
Hate hînbûn ku cenazeyê Beçet îro ji girtîgehê hatiye derxistin.
Ayten Beçet ji Sêrtê ye û malbata wê li Dîlokê ye. Bavê wê Sabrî Beçet diyar kir ku cenazeyê Beçet li Saziya Tipa Edlî ya Yenîbosnayê ye.
Beçet diyar kir ku keça wî 24 salî ye û 6 sal in di girtîgehê de ye.
Tê payîn ku cenazeyê Beçet wê sibê bibin Dîlokê.
Li gorî agahiyên ku parêzeran ji rayedarên girtîgehê stendine Beçet wê saet di 05.00’an de çalakiya xwe pêk anîye.