Cenazeyê Ayten Beçet ku li Girtîgeha Gebze a Jinan li dijî tecrîda Îmralî çalakiya fedayî kir û şehîd bû, ji aliyê dewleta dagirker ya Tirk ve hate revandin.
STENBOL – Cenazeyê Ayten Beçet a ku li Girtîgeha Gebze a Jinan li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiya fedayî kir û şehîd bû ji aliyê dewleta dagirker ya Tirk ve hate revandin û ji bo bibêdengî were veşartin şandin Dîlokê.
Rayedarên dagirker yên dewleta faşîst ya Tirk ji bo ku xwedîderketina gelê Kurd ya ji bo cenazeyê Ayten Beçet asteng bikin, cenazeyê Beçet ji Saziya Tiba Edlî ya Yenîbosna girtin û ji bo veşartinê şandin Dîlokê.
Malbata Beçet piştî agahî girtin vê sibê ber bi Stenbolê ve ketin rê. Tê payîn ku malbat serê sibê bigihijîn Stenbolê.