Polîsên dagirker ku dest danîn ser cenazeyê Ayten Becet ku li Girtîgeha Jina ya Gebzeyê ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan protesto bike çalakiya fedaî pêk anî, şert danîn ber malbatê û gotin, herî zêde 5 kes dikarin tev li merasîma cenaze bibin.
DÎLOK – Polîsên dagirker ku dest danîn ser cenazeyê Ayten Becet ku ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan protesto bike çalakiya fedaî pêk anî, şert danîn ber malbatê û gotin, herî zêde 5 kes dikarin tev li merasîma cenaze bibin.
Polîsên dagirker ku dest danîn ser cenazeyê Ayten Becet ku li Girtîgeha Jina ya Gebzeyê ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan protesto bike çalakiya fedaî pêk anî, şert danîn ber malbatê û gotin, herî zêde 5 kes dikarin tev li merasîma cenaze bibin. Polîsên dagirker, li malbatê geriyan û ew bi gotinên wek ‘herî zêde 5 kes dikarin werin balafirgehê û cenaze teslîm bigirin’ tehdîd kir. Polîsên dagirker, ji malbaatê re got, eger ew bi girseyî werin ew ê cenaze nedin. Malbatê ferzkirina polîsên dagirker qebûl nekir û li benda bav Sabrî Becet e ku vegere. Malbatê destnîşan kir ku heta bav neyê ew ê cenaze veneşêrin.
Her wiha mala Becet û Goristana Yeşîlkentê ji aliyê polîsên dagirker ve hatiye dorpêçkirin.