Di pîrozbahiya Newroza Stenbolê ya bi dirûşmeya “Teqez em ê bi ser bikevin, tecrîdê bişkînin” ku li Bakirkoyê bi tevlîbûna bi sedhezaran hat lidarxistin de, nameya Ayten Beçet a bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê çalakiya fedaî pêk anî, hat xwendin.
STENBOL – Nameya Ayten Beçet a bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiya fedaî pêk anî di Newrozê de hat xwendin. Ayten Beçet di nameya xwe de wiha got: “Ji bo pêngavekê bavêjim, yekem care xwe wisan azad hîs dikim.”
Di pîrozbahiya Newroza Stenbolê ya bi dirûşmeya “Teqez em ê bi ser bikevin, tecrîdê bişkînin” ku li Bakirkoyê bi tevlîbûna bi sedhezaran hat lidarxistin de, nameya Ayten Beçet a bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê çalakiya fedaî pêk anî, hat xwendin.
Nameya Ayten Beçet wiha ye: “Di rojên ez ketim nava lêgerîna ku çawan ji pêvajoyê re bibim bersiv de, Heval Zulkuf Gezen di 17’ê Adara 2019’an de, ji bo min nîşan da ku çi dibe bila bibe li ser esasekê rast mirov dikare ji pêvajoyê re bibe bersiv, mirovekê ku dixwaze azad bibe, dikare azad bibe û ji bo şikandina tecrîdê jî tu tişt nikare bibe asteng. Bi soza ku min dabû Rêbertiyê ez beşdarî vê hemlê bûm. Min di şexsê xwe de, gelê Kurd, gelê Botan û metropolan hîn bihêztir û zanetir beşdarî vê hemlê kir. Divê em xwe di şexsê Heval Zulkuf de pak bikin û ji bo şikandina tecrîdê hîn zêdetir dengê xwe bilind bikin. Ji bo pêngavekê bavêjim, yekem care xwe wisan azad hîs dikim. Ez di wê bariyê de me ku bi mejî û rihê xwe, bi coşa hevdîtina Rêbertiyê, bi jiyanek birûmet a fermandar Heval Zulkuf Gezen weke mîras ji me re hiştî, emê çembera berxwedanê mezin bikin û bibin bersiv ji pêvajoyê re.
Bijî berxedana zindanan
Bimire komplo û tecrîda navneteweyî
Silav û Rêzên Şoreşger
Ayten Beçet”