Hêzên Rizgariya Efrînê ragihandin ku di çarçoveya rêzeçalakiyên şervanên wan ên li Efrînê û Mare de 6 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser çalakiyên şervanên wan ên 21, 22, û 23‘ê Adarê li dijî hêzên dagirker li Efrînê û Mare daxuyanî da. Hêzên Rizgariya Efrînê got, çalakiyên şervanên wan yên ku li herêma Efrînê û derdora wê li dijî leşker û komên çeteyên dewleta Tirk a dagirker lidar dixin, didomin.
Daxuyaniya HRE‘yê ya li ser çalakiyan wiha ye;
“Di dîroka 21’ê Adarê de şervanên me li taxa Eşrefiyê ya navenda Efrînê dema ku komek çeteyên Feylaq El Şam kom dibin çalakiya sabotajê lidar xistin. Di encama çalakiyê de çeteyek hat kuştin û 4 çete jî birîndar bûn.
Di dîroka 22’ê Adarê de şervanên me çeteyekî girêdayî dewleta Tirk a dagirker ya li gundê Til Malid a bi ser Mare ye hedef girt. Di encama çalakiya sekvaniyê de ev çete hat kuştin.
Di dîroka 23’ê Adarê de şervanên me li dijî baregehek koma çete ya bi navê Firqet El Hemzat ku li gundê Kîmarê ya navçeya Şêrawa de çalakiyek bi bandor lidar xistin. Di vê çalakiyê de 4 çete hatin kuştin û 2 çeteyên bi navê Xalid Elûş û Samî El Şamî jî birîndar bûn.
Di encama 3 çalakiyên şervanên me yên ku li dijî komên çeteyan hatin lidar xistin de 6 çete hatin kuştin û 6 çete jî birîndar bûn.”