Jinên ciwanên ên li Minbicê tecrîda li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şermezar kirin û piştgiriya xwe bi berxwedana Leyla Guven û hemû çalakgerên grevên birçîbûnê yên di girtîgehan de.
MINBIC – Bi dehan endamên Yekîtiya Jinên Ciwan a Minbicê, li ber avahiya Akademiya Şehîd Hozan Can a rojavayê bajarê Minbicê kom bûn û daxuyaniyeke hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, jin li hemberî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, her cure zulm û koletiyê têkoşînê dike û wiha hate domandin: ” Em piştevaniyê didin daxwaza şehîda leheng Ayten Beçet ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiya fedayî kir. Li ser vê esasî wekî jinên ciwan em komployên li ser jinan û tecrîda li dijî Rêbertî şermezar dikin, piştgiriya Leyla Guven û hemû çalakgerên grevên birçîbûnê dikin. Ayten Beçet sembola jina berxwedêr û em ê berxwedanê bidomînin.”
Piştî xwendina daxuyaniyê, dirûşmeyên silavkirina berxwedana jin û girtiyan û berxwedana Ocalan hatin berzkirin.