Sozdar Avesta diyar kir, bi berxwedana grevên birçîbûnê û Newroza 2019’an re gelê Kurd nîşanî tevahiya dinyayê daye ku çiqasî gelekî dildarê azadiya Rêberê xwe ye û bang xurtkirina têkoşînê kir.
BEHDÎNAN – Endama Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, pîrozbahiyên cejna Newrozê, rizgarkirina Baxozê, hilbijartinên 31’ê Adarê yên li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê, lîstikên hikumeta Iraqê yên li ser Şengalê û civaka Êzîdxanê nirxand.
‘HER KESÎ DÎT KU EV GEL ÇIQASÎ DILSOZÊ RÊBERÊ XWE YE’
Avesta destpêkê Newroza 2019’an li Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, gelê Kurdistanê û li gelên herêmê pîroz kir û di şexsê Mazlûm, Zekiye, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan û Ûgûr Şakar, Zulkuf Gezen û Ayten Beçet de şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî bibîr anî.
Avesta diyar kir, Newroza îsal gelekî bi wate derbas bû û ji hêzên demokratîk û azadîxwaz xwest van peyaman baş bixwînin.
Sozdar Avesta bi bîr xist, gelê Kurdistanê Newroza îsal bi berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven û Nasir Yagiz pêşwazî kir û got, “Newroz êdî bûye Newroza cîhanî. Her kesî dît ku ev gel gelekî berxwedêr e û çiqasî dilsozê azadiya Rêberê xwe ye. Ez careke din dibêjim, ruhê Newrozê gihîştiye armanca xwe. Êdî Newroz bi hefteya lehengiyê bi pêş dikeve.”
‘SERKETINA QSD’Ê SERKETINA GELAN E, SERKETINA JINAN E’
Avesta bal kişand ser serketina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ku bi rizgarkirina Baxozê re hate ragihandin û diyar kir, DAÎŞ a ku mîna Dehaqê serdemê bû belayê serê mirovahiyê, bi destê Kawayê Hemdem li Baxozê ji aliyê şervanên QSD, YPG/YPJ’ê ve di encama şerê 5 salan de li ser cografyayê hate tinekirin.
Avesta anî ziman, serketineke bi vî rengî di roja Newrozê de gelekî bi wate ye û ev serketin li şehîdan, malbatên şehîdan, gelê berxwedêr ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelên Rojhilata Navîn pîroz kir.
Sozdar Avesta destnîşan kir, di şexsê YPJ’ê de serketin a jinan hemûyan e û got, “Rêber Apo digot, sedsala 21’ê sedsala jinê ye. Bi vê serketinê ev rastî misoger bû û dinyayê re hate ragihandin. Li wê cografyaya ku dihat gotin, navê jinê lê nîne, jin kole dikirin, t, maf jê re nedihate nas kirin, di şer de mîna xenîmet dihate girtin, dihate firotin û bi her rengî tundî lê dihate kirin, îro vîn, hêz û berxwedêriya jinê lê deng vedide. Vê berxwedana mezin çalakiya Leylayan jî bêhtir bi wate kir. Ew serketin bû bersiveke mezin ji Dehaqê hemdemê Erdogan re.”
‘BÛ BERSIVA HERÎ BI WATE YA LI DIJÎ FERMANÊ’
Avesta, wate û girîngiya bidawîkirina DAÎŞ’ê li ser civaka Êzidî nirxand û diyar kir, berxwedan û serketina li Baxozê bersiva li fermana 74’an bû ku bi sedan keç û xortên Êzidî hatin rizgarkirin.
Avesta got, “Ev serketin serketina Êzîdxanê ye. Ji ber ku di fermanê de di şexsê jinên Êzidî de rûmeta mirovahiyê esîr hatibû girtin. Serketina QSD’ê bû diyariyek ji bo şehîdên fermana 74’an. Divê gelê me vê rojê weke cejneke herî pîroz bibîne û pîroz bike.”
‘NÊZÎKATIYA KU ÎRADEYA CIVAKA ÊZIDÎ NAS NAKE, NAYÊ QEBÛLKIRIN’
Endama Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta bal kişand ser êrîşên artêşa Iraqê yên li dijî şervanên YBŞ’ê û hişyariyên girîng da: “Pêvajoyeke nû êdî dest pê dike. Piştî ku hêzên qirêj ji ser vê xakê hatin tinekirin, niha hewl didin li ser cografya Kurdistanê pêk bînin… 5 sal in hêzên YBŞ’ê sînor diparêzin, lê belê piştî ku artêşa Iraqê hate ew derî û korîdor hatin girtin. Bi taybetî êsîrên ji aliyê şervanan ve ji DAÎŞ’ê tên rizgarkirin nikarin derbasî nava xaka xwe bibin, nikarin bigihêjin Şengalê. Bi vê nêzîkatiyê re ji civaka Êzidî re dibêjin ’em îradeya we ya azad nas nakin’. Ev nêzîkatî nayê qebûlkirin.”
‘DIVÊ XWEDÎ LI KEDA MAM ZEKÎ DERKEVIN’
Avesta li ser paşeroja civaka Êzidî got, “Pirsgirêka Şengalê ne pirsgirêka Şengaliyan bi tenê ye, pirsgirêka Iraqê û tevahiya Rojhilata Navîn e. Divê hikumeta Iraqê, bi taybetî jî Serokkomar vê civakê baş nas bikin. Pêwîste bi teslîmgirtin, bi zext û kuştinê nêzî vê civakê nebin, divê diyalogê esas bigirin. Hêzên parastinê, meclîsa xweseriya demokartîk û tevgera jinan a Şengalê li gorî qanûnên heyî ava bûne, lewma divê hemû bên naskirin. Êzidî destdirêjiyê li malê kesî nakin, ew dixwazin îradeya wan bê naskirin û divê ev bê dîtin.”
Avesta işaret bi provokasyona li ser sînor kir û şervanên di wê bûyerê de şehîd bûn bi bîr anî. Avesta got, “Divê hikumeta Iraqê li ser hêza xwe xwedî kontrol be û nehêle ku bûyereke bi vî rengî pêk were. Wekî din, hin hêzên berê dixwazin bi hin lîstikan tevlîheviyê çêbikin. Divê gelê me di vî warî de hişyar be. Dixwazin hin eşîran li ber hev rakin. Bang li civaka me dikim, ên li welat an jî derveyî welat; divê paşeroja xwe baş bibînin. Dibe ku hin kêmasî û şaşitî rû bidin, lê ev bi rêya diyalogê û hevdîtinan çareser dibin. Li ser şopa Mam Zekî Şengalî divê bi kedeke mezin xwedî li destketiyan derkevin. Karê ku tê kirin em dişopînin, gelekî girîng e. Bi taybetî karê ji bo avakirina yekîtiyê girîng e.”
‘XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKEVIN Û BIHERIKIN QADAN’
Avesta di dawiya axaftina xwe de hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê yên li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê nirxand û diyar kir, wê dawî li siltaya hevkarê çeteyên DAÎŞ’ê bê anîn.
Avesta bi bîr xist ku ew di hefteya lehengiyê de ne, lewma van rojan divê bi her awayî karekî mezin bê kirin û got, “Hilbijartin ji bo Erdogan ku Dehaqê serdemê ye pêvajoya man û nemanê ye. Divê her kes bi vî ruhî li dijî faşîzmê tevlî kar bibe, biçe ser sindoqan û dengê xwe bide. Bi ruhê Mehmedan, Asyayan, Sêvêyan divê xwedî li vîna xwe derkevin. Gelê me yê Xerzanê bi taybetî yê Êlihê pêwîste bi berxwedana Nasir Yagiz, bi wateya hefteya lehengiyê berê xwe bide ser sindoqan. Ne tenê li van deveran, ji Serhedê heta Amedê, ji Rihayê heta Dîlokê, ji Semsûrê heta Colemêrgê divê li her devera Kurdistanê gelê me biçe ser sindoqan û xwedî li îradeya xwe derkeve. Bila kes nebêje, ’em nikarin faşîzmê têk bibin’. Faşîzm ji xwe têk çûye, divê em nehêlin ku careke din xwe bi rêxistin bike. Di wê baweriyê de me ku 31’ê Adarê wê bibe roja serketinê, bi ruhê berxwedana Leyla Guven û Nasir Yagiz wê ev bihar bibe bihara gelan, bihara jinan, bi taybetî ev yek bi destê şoreşger û şervanên Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê pêk hatiye. Ez dîsa wan şervanan pîroz dikim ku serketina wan serketina sedsalê ye.”