Cenazeyê Medya Çinar (24) a li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiya fedaî anî, dê ji Morga Saziya Tipa Edli ya Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê bê girtin û bibin navçeya Qoser a Mêrdînê. Polîsên dagirker dîsan gotin heta qelebalix belav nebe ewê cenaze nedin malbatê.
MÊRDÎN – Cenzeyê Medya Çinar a li Girtigeha Tîpa E ya Mêrdînê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakî pêk anîbû, nadin malbatê. Polîsên dagirker êrîşî koma li ber morgê kom bibûn kirin.
Cenazeyê Medya Çinar (24) a li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiya fedaî anî, dê ji Morga Saziya Tipa Edli ya Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê bê girtin û bibin navçeya Qoser a Mêrdînê. Cenazeyê Çinar hîna jî nadin malbat û xizmên wên li ber morgê kom bûyîn. Şandeyek din av de Parlementerên HDP’ê Tûma Çelîk, Pero Dundar û Ebrû Gunay jî heyîn li ber morgê radiwestin.
Li bendê ye ku malbat cezayê Çinar ji morgê bigire û bibe li goristina gundê Margik a navçeya Qoserê defin bike. Bi dehan maşîneyên zirxî û polîsên dagirker li ber morgê radiwestiyane û îdîa kirin ku serdozger dê cenazeyê Çinar teslîmî malbatê bike. Lê piştî vê polîsên dagirker malbata Çinar û şandeya HDP’ê ji ber morgê dûr kirin. Polîsên dagirker ku li ber morgê, bi mertalên xwe barîkan avakirin kirin, destûr nadin ku kes nêzî morgê bibe.
POLÎSÊN DAGIRKER ÊRÎŞÎ GEL KIR
Polîsên dagirker îdîakirin ku malbatê nexwestiye kes beşdarî cenaze bibe û gotin heta qelebalix belav nebe ewê cenaze nedin malbatê. Polîsan hewl da bi zorê girseyê belav bike, lê girsiyê li ser vê yekê dirûşmeya “Şehîd namirin” berz kirin. Polîsên dagirker li ser vê yekê êrîşî girseyê kirin. Polîsên dagirker bi lêdanê 3 kes binçavkirin û nîqaş dinavbera polîsên dagirker û parlementeran de derket.
Polîsên dagirker dîsan gotin heta qelebalix belav nebe ewê cenaze nedin malbatê.