Ciwanên Mexmûrê çalakvanên fedaî ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li girtigehan çalakî pêk anîn bûn, bi meşekê hatin bîranîn.
MEXMÛR – Di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Mexmûr de ji bo Zulkuf Gezen, Mahmut Şakar, Zehra Saglam, Ayten Beçet û Medya Çinar yên ku li dijî tecrîda girankirî çalakiyên fedaî kiribûn bi meşekê hatin bibîranîn. Welatiyên kampa Mexmûrê jî beşdarî meşê bûn.
Di meşê de ciwanan pankarta bi nivîsa “Serî Hilde Berxwe Bide, Faşîzmê Têkbibe, Kurdistanê Azad Bike” vekirin. Ciwanan di meşê de pankartek ku mezin PKK li ser hatibû nivîsand hildan. Alên PKK, KCK, HPG û YJA-STAR di meşê de hatin hildan û gel weneyên şehîdên fedaî hildan.
Di meşê de bênavber sloganên “Şehîd Namirin”, “Bijî Berxwedana Zindanan” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin.