Heyeta ku Dayikên Aştiyê jî di nav de beriya cenaze çû gund lê belê leşkerên dagirker ew ji gund derxistin û nahêlin kes têkeve gund.
MÊRDÎN – Dayikên Aştiyê ji bo cenazeyê Medya Çinar ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiya fedaî pêk anî, çûn gundê Margîkê, lê belê cendirmeyên dagirker ew ji gund derxistin.
Ji bo cenazeyê Medya Çinar ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çalakiya fedaî pêk anî wesayîta cenazeyan nedan malbatê. Li ser vê malbatê wesayîta cenaze ji Amedê anî. Malbat li benda wesayîta cenaze ye. Beriya hatine cenaze leşkerên dagirker gundê Margîkê yê Qoserê dorpêç kir.
Heyeta ku Dayikên Aştiyê jî di nav de beriya cenaze çû gund lê belê leşkerên dagirker ew ji gund derxistin û nahêlin kes têkeve gund.
Tê payîn ku wê çend saet şûnde cenaze bê wergirtin û li gund bê veşartin.